Li Mexmûre Saziya Malbatên Şehîdan jî êrîşa Qamişlo bi daxuyaniyekê şermezar kir û diyar kir ku wê her şehîdek ji bo wan dibe sedema bilindkirina têkoşîn û berxwedanê.
Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustam Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrişê daxuyaniyek da û got:
Ev êriş di nava bajarê Qamişlo de li pêş çavê koalîsyona navnetewî ku saha hewayî di bin kontrola wan de ye pêkhatî, êrişekî hovaneye û dijî hemû zagonên navnetewî ye.
Divê baş were zanîn ku ne ev êriş û ne jî êrişên nû pêkwerin wê gelê Kurd yê azadîxwaz ji doza xwe ya pîroz nede dûrxistin.
Wê ev têkoşîn bi ruxmê hemû êriş û planên derveyî zagonên navnetewî biserbikeve û wê Erdogan û hemû hevalbendên wê di nava xwîna pakrewanên me de bifetisin.
Her şehîdek ji bo me dibe sedema bilindkirina têkoşîn û berxwedanê.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Nemirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.