Krîza koçbera..jinek ji koçberan rakirin nexweşxaneyeke Poloniya

Krîza koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê kûr dibe. Ji ber zehmetiyên heyî jinek ji Dihokê ji bo nexweşxaneyeke Polonya hat rakirin. 

Çavkaniyekî ji wir ji televizyona me re ragihand ku jinek ducanî ji koçberan rakirin nexweşxaneyeke Poloniya.

Çavkanî da zanîn ku bijîşkên nexweşxaneyê diyar kirine ku dide di saetên piştî nîvor de ew jin jiyana xwe ji dest bide.

Wê brîtanya leşkeran bişîne ser sînorê Polonyayê

Di vê navberê de Brîtanya ji bo parastina sînorê Belarûsê wê leşkeran bişîne li ser sînorê Polonyayê.

Wezîrê Parastinê yên Polonyayê jî diyar kir wê yekîneyên Brîtanyayê wê bendên li ser sînor ‘xurt’ bikin.

Yekîtiya Ewropayê jî diyar kir ku wê piştî hefteya bê zextan li Serokkomarê Belarûsê Alexander Lûkasenko û rejîma wê bikin.

Alîkara Serokatiya DYE’yê Kamala Harrîs jî roja Înê daxuyaniyek da û diyar kiribû DYE ji ber bûyerên li ser sînor bi fikar e.

Ûkraynayê jî diyar kiribû ku wê herî kêm 8500 leşker û polîsan bişîne ser sînorê Rûsyaya Spî.

 

Back to top button