Amûdê wê rojê veguherî qîrîn û hawar û agahiyeke biêş…
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salim Kaplan bi boneya selvegera 61’an a şewata Sînemaya Amûdê daxwiyaniyek da , û diyar kir ku ev şewat nîşana polîtîkayên dijminatiyê ya rejîma BAAS’ê bû.
Salim Kaplan zarokên ku di sînemayê de şewitîn bibîranî û diyar kir ku di ser re çend sal derbas bin jî êş û azara Sînemaya Amûdê nayê jibîrkirin û got:
“Ev komkujiyek plankirî bû…
Di wê komkujiya plankirî de trajediyeke mezin rû da û ew trajedî di hişûbîra gelê Kurd de wek rojeke reş cih girt.
Ev komkujî li ser hesabên qirêj hatibû organîzekirin, û nîşana zihniyeta kirêt û rûyê reş ê rejîma BAAS’ê bû, ku li dijî zarokên Kurd û gelê Rojava hat pêkanîn. ”
Dawiya daxwiyaniyê hat destnîşankirin ku di ser wê komkujiyê re 61 sal derbas bû lê îro hîn jî bi ti awayî ev bûyer nehat ronîkirin, lêpirsîneke heqane nehat vekirin.