Li Hesekê..”Ji bo ku nirxê Ampêran buha bikin jenetoran naşuxilînin”

Li Hesekê pirsgirêka rawestandina jenetoran û nedana kehrebeyê xwe daye der. Şêniyên bajêr ji ber vê pirsgirêkê bi gazinin û dibêjin xwediyên jenetoran ji bo ku nirxê Ampêran buha bike kehrebê nadin. Li ser vê Rêveberiya Beşa Muxalifan soza çareserkirina pirsgirêkê da.

”Ji bo ku buha bikin naşuxilînin.”

Bi van gotinan şêniyên Hesekê gazinên xwe derbarê nedana kehrebeya jenetoran tînin ziman.

Li bajarê Hesekê derdora 500 hezar kes û zêdetirî 100 hezar koçber û penaber hene.

Ji ber kêmkirina saetên dayîna kehreba giştî xelk bi riya jenetoran kehrebeyê peyde dikin.

Li hin taxan şênî zehmetiya kêmbûna saetan û li hin taxan jî bi temamî jenetor sekinî ne.

Şênî dibêjin ku xwediyên jenetoran ji bo ku nirxê Ampêran buha bikin nema kehrebê didin.

Ji bo vê xelk bi gazinin û ji aliyên têkildar dixwazin ku ji wan re vê pirsgirêkê çareser bikin.

Destpêkê 4 hezar ji bo her Ampêrekî xwestin xelkê da wan.

Niha jî daxwaza 6 hezaran dikin, ma ji bo çi 6 hezar.

Ev sê – çar rojin em bê kehrebe ne.

Doh derdora 2 saetan kehrebe dan.

Idîa dikin ku mazot tune ji ber wê jenetor nayê vêxistin.

Lê ew bi xwe ne wisa ye, ev karê wan ê her çend meha ye.

Her çend mehan wisa dikin da ku nirxê Ampêran buha bikin.

Endamê Rêveberiya Beşa Muxalifan Fethî Hisên ragihand ku nirxê Ampêran weke berê ye û nehatiye guhertin.

Li ser pirsgirêka heyî jî Fethî Hisên anî ziman ku ew ê dakevin nava bajar û pirsgirêkê çareser bikin.

Di dawiyê de Fethî Hisên bang li şêniyan kir ku dema pirsgirêkek wiha derket serî li komînan bidin û gilî bikin.

Back to top button