Emmauel Macron: Divê Tirkiye û Rûsya leşkerên xwe ên kirêgirtî ji Lîbyayê derxînin

Li Fransayê doh Civîna Bilind a Lîbyayê pêk hat.
Serok-komarê vî welatî Emmauel Macron anî ziman ku ji bo aramî û çareseriyê got,
divê yekser Tirkiye û Rûsya çekdarên xwe ên kirêgirtî ji Lîbyayê derxînin.

Dawiya meha Kanûnê li Lîbyayê hilbijartinên giştî tên lidarxistin.

Lê hem şerê navxweyî yê 10 salên derbasbûyî û hem jî destwerdana hêzên derve nîşan dide ku wê piroseya çareseriyê bi hêsanî pêk neyî..

Doh di bin navê çareseriyê de li paytexta Fransayê Parîsê Civîna Bilind a Lîbyayê pêk hat.

Civîn bi beşdarbûna lîderên Fransa, Lîbya, Almanya, Îtalya, Misir û cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harîs birêve çû.

Serok-komarê Fransayê Emmanuel Macron di civînê de anî ziman ku hebûna hêzên biyanî astengiya mezin li pêş aramî û çareseriyê ye û got:

Divê plana derxistina leşkerên kirêgirtî yekser pêk were. Bi taybetî lazime Tirkiye û Rûsya bêyî dereng bimînin vê yekê pêk bînin.

Herî dawî 300 leşkerên kirêgirtî yên destek didan Xelîfe Hafte ji welat derketin. Ev yek jî gaveke erênî ye.

Serokwezîrê Almanyayê jî li ser heman mijarê fikarên xwe anîn ziman û got;

Aliyê Rûsyayê bi şertê ku herdû alî pêk bînin, qebûl kiriye ku leşkerên kirêgirtî ji Lîbyayê derxîne.

Lê Tirkiye di vî warî de ne xwedî helwesteke zelal e.

Serokwezîra Almanyayê diyar kir ku pêkanîna hilbijartinên 24’ê Kanûnê wê di çareserkirina aloziyê de bibe xwedî roleke diyarker.

Li Lîbyayê ji sala 2011’an ve, piştî hilweşandina desthilatdariya Qedafî, li welat şerê navxweyî rû da.

Û ji wê demê de Lîbya bûye 2 beş.

Salên dawî şer di navbera hêzên Lihevkirina Netewî û hêzên Meclisa Nûneran de dijwar bû.

Dewleta Tirk bi hezaran çeteyên ji Sûrî ji bo li dijî artêşa Xelîfe Hafter şer bikin şandin Lîbyayê..

Rûsya jî ji bo destekê bidin Hafter, hêza binavê Wagner li hin deverên Lîbyayê bicih kirin.

Back to top button