Salvegera şewitandina Sînemaya Amûdê

Îro salvegera şewitandina Sînameya Amûdê ye. Beriya 61 salî, li sînemaya Amûdê zarokên Kurd rastî komkujiyekê hatin û 283 zarokan jiyana xwe ji dest da. Lê berpirsên vê komkujiyê heta niha eşkere nebûn û nehatine cezakirin.

Di dîroka Kurdan de yek ji komkujiyên herî mezin li navçeya Amûdê ya Qamişlo li dijî zarokan pêk hat.

Beriya 61 salan di 13’ê Mijdara 1960’an de 283 zarokên kurd ku çûbûn Sînemaya Amûdê di nav pêlên agir de jiyana xwe ji dest dan.

Heta niha sedema vê şewatê nehatiye eşkerekirin, lê belê hemû nîşane eşkere dike ku ev komkujî plankirî bû.

Ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê fîlmekî xofê yê bi navê Tewanê Nîvê Şevê pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin.

Sînema ku tenê têra 200 zarokî dikir 500 zarokên kurd lê hewandibûn.

Dema ku zarok li fîlm temaşe dikin, di sînemayê de şewat derket.

Lê ji ber leşkerên rejîma Sûriyê di dema şewatê de deriyên sînemayê venekirin, 283 zarokên kurd di nav pêtên agir de jiyana xwe ji dest dan.

Rejîma Sûrî destûr neda çalakiyên bîranînê

Piştî bûyerê derbarê berpirsyarên sînemayê de ti helwesteke hiqûqî nehate nîşandan û bi fermanekê lezgîn taziye û şîna ji bo qurbaniyan hate qedexekirin.

Heta şerê navxweyî yê sala 2011’an jî rejîma Sûriyeyê bi tu awayî destur neda ku ji bo bîranîna komkujiyê çalakî bên lidarxistin.

Komkujiya li Sînemaya Amûdê, di dema avakirina Komara Yekgirtina Erebî ya di navbera Sûriyê û Misrê de pêk hat.

Di vê demê de li dijî pêkhateyên din û kurdan neyartiyeke mezin dihate kirin.

Beriya şewitandina sînemayê bi qasî 3 mehan 5 hezar kurd ji ber xebatên xwe yên polîtîk hatibûn girtin û ji ver vê yekê tê gotin ku komkujiya Amûdê bi armanca çavtirsandinê kirine.

Back to top button