HPG: Li Metinayê gerîlayên me şehîd nebûne, îdayên dewleta Tirk ne rast e

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk îdia kiribû wan li Metinayê 4 gerîlla şehîd kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê îdiayê şerê taybet yê dewleta Tirk derewand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 8 û 9’ê Mijdarê de qada Gundê Şêlazê ya herêma Metînayê ji aliyê balefirên şer yên dewleta tirk ve 13 caran hatiye bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin çapemeniya şerê taybet a Tirk îddîaya 4 gerîla şehîd bûne weşandiye û ev îddîa ne rast e.

HPG’ê got, “Di bombebarana Metînayê de tiştek bi hêzên me nehatiye”

Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk di 11’ê Mijdarê de bi obus û hawanan li gundê Dêşîşê û qada Koordînê bombebaran kir û di 9 û 12’ê Mijdarê de jî helîkopter li ser Avaşînê geriyane.

Back to top button