Li sînorê Belarûs-Polonya koçbereke din jî mirî hat dîtin

Krîza koçberan ya ji 8’ê Mijdarê ve li sînorê Polonya-Belarûs despê kirî kûr dibe.
Li sînor jimara koçberên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.
Herî dawî cenazeyê ciwaneke Sûrî li sînorê Polonya hate dîtin.
Bi hezaran kesên li ber sînor jî li ber serma û seqemê ne.
Îngiltere jî wê ji bo piştevaniya xurtkirina sînorê Polonya leşkeran bişêne.
Di vê navberê de Rûsya û Belarûs jî dest bi tetbîqatê kirin.

Aloziya koçberên li ser sînorên Polonyayê zêde dibe.

Şevê din li ber sînor di navbera koçber û polîsan de pevçûn derketin.

Polîsên Polonyayê li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku duh cenazeyê ciwanekî Sûrî li daristanê li nêzî sînorê gundê Wolka Terechowska hatiye dîtin.

Sedema mirina ciwanê ku temenê xwe 20 saliye hîna nehatiye zanîn.

Her wiha çavkaniyên taybet yên televîzyona me Ronahî Tv ji ber sînor ragihandin ku jineke ducanî ji bo nexweşxanê hatiye veguhestin.

Tê gotin jina qala wê tê kirin rewşa xwe ya tenduristiyê giran e.

Polonyayê hêzên leşkerî û ewlehî yên mezin li ser sînor belav kirin da ku rê li ber penaberan bigire.

Îngiltere wê leşkeran bişîne sînorê Polonya

Di vê krîza koçberan de Îngîltere wê leşkeran bişîne ser sînorê Polonyayê.

Wezîrê Parastinê yên Polonyayê jî diyar kir wê yekîneyên Îngiltereyê bendên li ser sînor ‘xurt’ bikin.

Doh jî piştî ku balefirên Rûs li qada hewayî ya Belarûsê geriyan, paraşutvanên Rûs û Belarûsê tatbîkateke hevkar kirin.

Pûtin: Ti têkiliya me bi koçberên li ser sînorê Polonya-Belarûs re nîne

Di vê navberê de Rûsya ku bûye armanca tewambariyên li ser avakirina krîza koçberan jî bertek nîşan da.

Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin got,

Ti têkiliya wan bi koçberên li ber sînorê Polonya-Belarûsê re kom bûyîn nîne.

Putin bersiva gefa Serokê Belarûs Aleksander Lukaşenko ya wê gaza xwezayi ya Rûsya li ser Ewropa qut bike jî da û got:

Ev yek wê bandor li ser têkliyên navbera Moskow û Minskê bike.

Yekîtiya Ewropayê jî diyar kir ku wê piştî hefteya bê zextan li Serokomarê Belarûsê Alexander Lukasenko û rejîma wê bikin.

Harris: Ji ber krîza koçberan em bi fikarin

Alîkara Serokatiya DYA’yê Kamala Harris jî doh daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ew ji ber bûyerên li ser sînor bi fikar in.

Ukrayna jî diyar kiribû ku wê herî kêm 8500 leşker û polîsan bişîne ser sînorê Rûsyaya Spî.

Li gorî agahiyan li ser sînor heta niha heşt kes mirine lê saziyên civakî yên sivîl diyar dikin hejmara rastîn dibe ku zêdetir be.

Li gorî texmînan nêzî 2 hezar kes li vir in û daxwaza penabertiyê li Yekîtiya Ewropayê kirine.

Back to top button