“Sedema koçberiya welatiyan ji ber zext zordariya hikumetê ye”

Bertekên ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê ku wekî sedema bingehîn yê koçberiya welatiyên herêmê tê dîtin zêde dibe.
Nivîskar û siyasetmedar Hesen Cûdî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn diyar kirin ku Koça welatiyên Başûr encama siyaseta desthilatdariya başûr e.
Li aliyê din şandeya (KNK), Heyva Sor a Kurd û KCDK-E’ê ji bo şopandina rewşa penaberan berbi sînorê Belarûs ve rêketin.

Bi hezaran penaberên ku, bi heviya jiyanek nû berê xwe dane xurbetiyê, di navbera sînorên welatên Belarûs û Polonyayê de asê man e.

Têkildarî pêla koçberiyê ya ji Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn zêde dibin û sedema koçberiyê jî siyaseta desthilata başûr tê dîtin.

Nivîskar û siyasetmedar Hesen Cûdî li ser rewşa koçberên Kurd ên li Belarusê û sedemên koçberiyê, ji ANF’ê re axivî.

Hesen Cûdî: Sîstema desthilatdariya Başûr gihîştiye rewşeke metirsîdar

Hesen Cûdî di destpêkê de destnîşan kir ku sîstema desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê asta krîzê derbas kiriye û gihîştiye rewşeke metirsîdar.

Cûdî dibêje, “Vê rewşê bandor li sîstema aborî, desthilatdarî û civakî kiriye û bi şêwazekê civak bi kaosê re rû bi rû kiriye.”

Cûdi diyar ku civaka Başûr ji ber kirinên Hikumetê ên li dijî gel û çalakvanan, her wiha hevkariya Hikumetê ya bi dewleta Tirk re ji neçarî koç dikin.

Cûdî da zanîn ku civak jî li hemberî van kirinên desthilatdariya Hikumetê bi şêwazekê nerazîbûna xwe nîşan dide.

Hesen Cûdî: Dewleta Tirk bi alîkariya hin hêzên herêmê demografiya Başûr digûherîne

Cûdî di dewama axaftina xwe de îşaret bi rola Tirkiyê jî ya di koçberiya welatiyên Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku ev planek guhertina demografiya herêmê ye.

Cûdî destnîşan kir ku Tirkiye bi alîkariya çend hêzên herêmê li ser vê yekê dixebite û dixwaze li şûna cihên bêne valakirin Erebên Sûnî bi cîh bike.

Selahedîn Bahadîn: Koça welatiyan encama binketina desthilatdariya 30 salan e

Derbarê heman mijarê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn li ser rûpela xwe ya fermî ya medya dijîtal daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Selahedîn Bahadîn diyar kir koça welatiyên Başûr ya ber bi Belarûsê ve xwezayî nîne û hikumet ji berpirsiyariya vê yekê direve.

Bahadîn destnîşan kir ku Koça welatiyan encama binketina hikûmraniya 30 salî ya desthilata xwemaliye.

Bahadîn berpisiriya rayedarên hikumetê ya vê mijarê de bi bîr xist û anî ziman ku dewsa hêcetan dive em çareseriyê bigerin.

Ji bo şopandina rewşa penaberan şandeya KNK, Heyva Sor a Kurdistanê û KCDK-E bi rê ket

Li aliyê din ji bo şopandina rewşa koçberan, Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs jî di nav de şandeyeke hevpar ya ji KNK, Heyva Sor a Kurdistanê û KCKD-Ewropayê ji Varşovayê berbi sînorê Belarûs-Polonyayê ve bi rê ket.

Back to top button