Riham Hesen: Ên ji Şengalê reviyan wê careke din bi wan lingên xwe yên qirêj venegerin

Di ser azadkirina Şengalê re 6 sal derbas bûn, lê hê jî êriş didomin. Hevseroka Desteya Reveber a Şengalê Rîham Hesen got: “Ên ku reviyan û çûn wê careke din bi wan lingên xwe yên qirêj nekevin Şingalê. Wê gel li hemberî vê bi hêzeke xurt bisekine û axa xwe biparêze”.

Şengal ji sala 2003’yan heta 2014’an de di bin desthilatdariya PDK’ê de bû.

Dema ku di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, hêzên PDK’ê bêyî ku guleyekê jî biteqînin ji Şengalê reviyan çûn.

Bi vî awayî rê li ber DAIŞ’ê vekirin ku êrişî Şingalê bike.

Piştî ku PDK’ê reviyan, endamên HPG, YJA-Star, YPG û YPJ’ê berê xwe dan Şengalê û Şingalê ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.

Di ser azadkirina Şingalê re 6 sal derbas bûn.

Bi vê boneyê Hevseroka Desteya Reveber a Şengalê Rîham Hesen ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Rîham diyar kir ku PDK’ê bi vekişandina hêzên xwe Şengal bê parastin hişt.

Rîham Hesen anî ziman ku bi hatina hêzên YPG û YPJ’ê re di nava civaka êzidiyan de hêviyek çêbû.

Riham Hesen: Cara yekem ciwan û jinên Êzidî bi hev re li hember dijmin şer kirin

Hevseroka Desteya Reveber a Şengalê Rîham Hesen destnîşan kir ku di dîrokî de cara yêkem e ku ciwanên êzidî di hêla leşkerî de bi hev re li hemberî dijmin şer dikin.

Back to top button