Meclisa Leşkerî ya Holê 3 kesên endamên şaneyeke çeteyan girtin

Meclisa Leşkerî ya Holê şaneyeke terorîst ku hewl dida ewlehî û aramiya herêmê têk bibe, girt.

Fermandarê Meclisa Leşkerî a Holê Serhed Tirbespiyê got, piştî gilî û bengawaziya xelkê herêmê û li ser daxwaza şêxêşîr û rûspiyên Holê, Meclisa Leşkerî ya Holê ser du malên li gundên Dîbe û Bêzara yên li ser rêya di navbera Hesekê û Navçeya Til Birakê de, girtin.

Fermandar Serhed diyar kir encama operasyona serdegirtinê de 9 kes hatin girtin û alav û çekên wan hatin desteserkirin.

Piştî destpêkirina lêpirsînê, 6 kes ji wan hatin berdan, 3 kesên ku tekez bû destê wan di van di êrişan de hene, hatin girtin.

Fermandar Serhed bang li şêniyên herêmê kir ku bi hêzên ewlehî û leşkerî re alîkar bin da ku bi hev re dijî êrişên terorîst bisekinin.

Back to top button