Amûdê..Bi merasîmekê şehîdên komkujiya Sînema Amûdê hatin bibîranîn

Ji bo bîrnanîna şehîdên komkujiya Sînema Amûdê, îro li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin. Li Amûdê li bexçeyê Şehîdan, li Helebê jî, zarokên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakî li dar xistin.

Îro salvegra 61. a komkujiya sînema Amûdê ye.

Di vê rojê de, beriya 61 salî, 283 zarok di encama şewata plankirî a sînema Amûdê de jiyana xwe ji dest da.

Ji bo bîranîna vê rojê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) duh li bexçeyê Şehîdan a li navçeya Amûdê mûm vêxistin.

Îro jî, dîsa her sê yekîtiyan û Komîteya Zarokan a Şilêr li bexçeyê Şehîdan ê navçeya Amûdê merasîmek li dar xist.

Bi dehan ji welatiyên Amûdê, endamên Meclisa Navçeya Amûdê, rewşenbîr, nivîskar û Desteya Çandê ya herêma Cizîrê di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi mûzîka sirûda Ey Reqîb dest pê kir.

Piştî wê, Komîteya Zarokan a Şilêr di merasîmê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo avakirina pêşerojeke azad divê li hemberî bûyerên qirker mîna komkujiya Sînemaya Amûdê, xwedî li zarokên xwe derkevin.

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Ilyas Sîdo û li ser navê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Arşek Baravî axivîn.

Di dawiyê de Şanoyek ji aliyê Koma Şanoyê ya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê hat pêşkêşkirin.

Zarokên Şexmeqsûd û eşrefeiyê yên Helebê şehîdên komkujiyê bibîranîn

Li Helebê jî, zarokên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê duh bi daxuyaniyekê komkujiya Sînemayê Amûdê bi bîra anîn.

Back to top button