EL- MONITOR: MAZLÛM EBDÎ DERKETINA LEŞKERÊN TIRK JI EFRÎNÊ WEKE ŞERTÊ HERÊMA EWLE DANIYE

Fermandarê Giştî yê QSD’ê avakirina herêma bi ewle bi derketina Dewleta Tirk ji Efrînê, girê dide..

Mazlûm Ebdî teqez dike ku dema Dewleta Tirk ji Efrînê derkeve, ew dikarin li ser pêşniyarên Emerîka ji bo avakirina herêma bi ewle rawestin.

Malpera Monîtor a Emerîkî ragihand ku beriya 2 hefteyan Nûnerê Emerîka ji bo Sûrî James Jeffrey bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re ciyaye.

Li gorî rapora Monîtor Jeffrey ji Ebdî xwestiye ku, hejmareke sembolîk a leşkerên Tirk bi armanca avakirina herêma bi ewle derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bibin.

Monîtor destnîşan kir ku, Mazlûm Ebdî ev pêşîniyara Jeffrey red kiriye û soz daye ku, dema Artêşa Tirk ji Efrînê vekişe, wê bi mijar bifikire.

8 Nîsanê di şahiya serkeftina QSD’ê li Kobanê de Mazlûm Ebdî teqez kir ku, dema Dewleta Tirk ji Efrînê derkeve û gefan li ser herêmê nexwe wê çaxê ew dikarin pêre bidin û bistînin.

Çavdêr dibînin ku, ji ber heta niha QSD’ê pêşniyara Emerîka qebûl nekiriye, herêma bi ewle nehatiye avakirin.

Niha jî Jemes Jeffrey li Tirkiyê ye û tê payin bi wezîrê parstinê yê Tirk Hilusî Akara re bicive.

Leave a Reply

Back to top button