Dêra Zorê..13 leşkerên hikûmeta Şamê di kemînek DAIŞ’ê hatin kuştin

Li başûrê Dêrazorê di encama kemîneke çeteyên DAIŞ’ê de 13 endamên hêzên girêdayî hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Mesrib a başûrê Dêrazorê kemînek danîbû.

Di kemînê de 13 çekdarên Isûd El-Şerqiye ya ser bi hikumeta Şamê ve hatine kuştin..

Di nava kuştiyan de berpirsekî komê yê bi navê “Ebdulsetar Şiêtatî” jî heye.

Piştî cenazeyên her heft çekdaran gihaştin bajêr, li Dêrazorê gule hatin reşandin.

Back to top button