Şandeya KNK’ê li sînorê Belarûs û Polonyayê ye

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -KNK’ê bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs ji bo şopandina rewşa penabêrên Kurd berê xwe da sînorê Belarûs-Polonya lê hêzên Polonî rê nedan ku penaberan bibînin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê – KNK’ê berê du rojan ji bo şopandina rewşa penaberan ragihandibû ew ê şandeyekê bişînin sînorê Polonya – Belarûsê .

Duh Şandeyek bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs gihişt sînor û hewil da xwe bigihîne penaberên li ku bi rojan e li wir û rewşa wan bişopînin.

Ev hewildana şandeyê ji aliyê hêzên Polonî ve hat astengkirin û rê jê re nehat dayîn.

Şande ji bo şopandina rewşa koçberan û ji bo dîtina çareseriyekê wê bi rayedarên Belarûs û Polonyayê re hevdîtinan bikin.

Ehmed Qeremûs bang li kurdan kir ku welatên xwe bernedin û nebin qurbanê siyaseta Rayedarên Polonya Belarûs û Tirkiyê.

Back to top button