Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî şandeyeke Amerîkî pêşwazî kir

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî şandeyeke wezareta karê derve ya Amerîkayê pêşwazî kir. Aliyê Amerîkî tekez kir “Divê pabendî bi peymana agribestê were kirin û şer li Sûriyê were rawestandin.”

Li gorî ragihandina QSD’ê, berpirsine ji Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê bi serokatiya cîgirê alîkarê wezîrê karê derve ya karûbarên Rojhilata Jêrîn Ethan Goldrich (Îtan Goldrêtş) serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û li gel fermandarê QSD’ê civiya.

Herdû aliyan civîneke demdirêj pêk anî û zêdetir qala rewşa dawî li herêmê û Sûriyê kirin

Wezareta Derve ya Amerîka: Divê peymana agirbestê bidome

Şandeya Amerîkî piştrast kir, divê pabendî bi lihevlirina agirbestê were kirin û şer li seranserî Sûriyê were rawestandin û DAIŞ were tunekirin.

Wekî din, aliyan behsa zehmetiyên ewlehî û aborî li Bakur û Rojhilatê Sûrî û awayê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û bihêzkirina aborî û binesaziyê kirin, da ku aramî û ewlehî misoger bibin.

Back to top button