Heiko Maas: YE wê cezayên zêdetir li ser piştevanên vê koçberiyê bisepîne

Heiko Maas; wezîrê Derve yê Almanyayê, dibêje wê YE cezayên zêdetir li ser dewletên ku desteka koçberiyê dikin, bisepîne. 

Sibe Duşemê der barê rewşa koçberên li sîrorê Polonya-Belarûsê, wezîrên Derve yên YE li hev dicivin.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, di vê der barê de ji dezgehên ragihandinê yên Almanî re eşkere kir “Wê ji aliyê YE ve li ser wan aliyên ku destekê didin vê koçberiyê, cezane zêdetir werin sepandin.”

Maas di nava axaftina xwe de destnîşan kir serokê Rûsyayê Vladimir Putin dikare pêla koçberiya bi rêya Belarûsê ya ber bi YE ve, rawestîne .

Maas daxwaz ji Polonya jî kir ku rê bide saziyên alîkaiyê ku bikarin alîkariya koçberan bikin.

Back to top button