Çalakgerên Keştiyê: Azadiya Rêber Apo daxwaza milyonan e

Ji bo azadkirina wî ya fîzîkî, ji Yûnanistanê heta bi Îtalyayê keştiya Azadiya Rêber Apo bi rê ket. Kesên di vê keştiyê de cih digirtin, dibêjin her çendî ev çalakî sembolîk be jî têkoşîneke mezin di nava xwe de vedihewîne. Van kesan piştrast kir heta azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan pêk were, ew ê xebatên xwe bidomînin.

Ji bo azadkirina Rêber Apo di aliyê fîzîkî de, dest bi pêvajoyeke nû ya çalakiyan hat kirin.

Ev jî di çalakiya “Insiyatîfa ji Ocalan re Azadî” ya Keştiya Rêber Apo ya berî çend rojan de, diyar bû.

9’ê Mijdarê ev keştî ji Atîna ya Yûnanistanê bi rê ket û 12 Mijdarê li Napoli ya îtalyayê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Çend çalakgerên vê keştiyê ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivîn û li ser giringiya vê çalakî nirxandin kirin.

Yek ji wan Maria Florencia Guarche Marya Florensya Guarişî ya ji Brezîlyayê ye.

Maria dibêje: “Ev ne tenê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Fikra birêz Ocalan a konfederalîzma demokratîk ji bo me hemûyan alternatîfeke xurt e.”

Endama Konfederasyona Sendîkaya Gelan Rajaa Ibnou Quounain jî got: “Ez kêfxweş im ku di çalakiyeke wiha de me. Serbilindî ye mirov di vê keştiyê de be. Em bi dil û can bawer in ku birêz Ocalan wê fîzîkî azad bibe û felsefeya wî li tevahiya cîhanê belav bibe.”

Rajaa anî ziman “Divê felsefeya birêz Ocalan wek mîrateyekê ji hemû gelan re bê vegotin. Di serî de ciwan, divê bi fikrên nirêz Ocalan perwerde bibin.

Çalakvana TJK-E’yê Naciye Demîr jî li ser girîngiya Keştiya Azadiyê wiha axivî

“Çalakiya Keştiya Azadiyê di dîroka ku rêber Apo ji Yewnanistanê derbasî Napolî bû, dest pê kir.

Azadiya rêber Apo ne tenê daxwaza gelê Kurd e, bi milyonan daxwaza azadiyê wî dikin.

Heke îro qîrînên li Napoliyê digihîjin asîmanan, vîn û têkoşîna gelê me wê sîstema dewletê hilweşîne.”

Back to top button