Komên çete yên dewleta tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Idlibê bombebaran kir .
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriye ragihand , komên çete yên dewleta tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li bajarokê Kefer Batîx yê rojhelatê gundewarê Idlibê armanc kirin.
Heta niha agahî li ser kuştî û birîndaran nehatine bidestxistin.
li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê nuqteyên komên çete li Cebel El-Zawiyê li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin.
Her wiha Navendê duh raghandibû ku hêzên hikumetê bajarokê Teftanaz, li rojhilatê bajarê Idlibê, bombebaran kirin.