LEYLA GUVEN 176 ROJ IN DI GREVÊ DE LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîdê têkoşîn dewam dike. Hem grevên birçîbûnê yên hatîn destpêkirin, hem jî rojiya mirinê ya ku berî du rojan dest pê kiribûn. Leyla Guven ev zêdetirî şeş meh û nîv e ango 176 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.
15 girtiyên ku li girtîgehan dest bi rojiya mirinê jî kirin, 3 roj in di çalakiyê de ne.

 

Li dijî tecrîdê, her ku diçe berxwedan û têkoşîn mezin dibe .

Berxwedana Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan 176 roj in bi biryar didome.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku koma despêkê ji 16’ê Kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin di roja 138’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin .

Ev çalakî jî di roja 62’an de ye.

GIRTÎ ÛLÛTAŞ: BILA DEWLET LI GORÎ QANÛNÊN XWE TEVBIGERE

Alî Ûlûtaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye got:

“Em dixwazin dewlet li gor qanûnên xwe tev bigere.

Eger tev negere wê berxwedan dewam bike.

Hemû kesên mafên mirovan diparêzin divê dengê xwe bilind bikin; an jê wê bêdengî bi xwe re mirinê bîne.”

ÇALAKIYA 15 GIRTIYÊN DI ROJIYA MIRINÊ DE DEWAM DIKE

Li aliyê din Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 3’yemîn de ye.

Her wiha Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin heta niha li dar in.

TEMEL BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA LI HEMBERÎ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DA

Parlamentera HDP’ê Tayîp Temel ê di greva birçîbûnê de ye têkildarî rojiya mirinê got:

“Li hember bedenek ku dihele ne îktîdar ne jî muxalefet wê dikaribe li cihê xwe bisekine.

Rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar dê ji ber berpirsiyariya wîjdanê cihek ku birevinê nikaribin bibînin.”

Her wiha Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe dewam dikin.

Ji wan:

Çalakiya Sedat Akin 116,

Gurbet Ektîren 107, Mahsun Şen 118

û Mûrat Aksin 49,

Semra Alkan 116 û Îhsan Sinmiş 65 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê didomînin.

Leave a Reply

Back to top button