24 Kanûnê hilbijartinên Lîbyayê

Li Lîbyayê plan ew e ku 24’ê Kanûnê, hilbijartina serokartiyê pêk were.
Lê ji ber aloziya heyî, fikar hene ku ev yek were betalkirin.
Derket holê ku kurê serokê berê Muamer Qedafî, Seyfûlîslam serlêdana namzetiyê kiriye.

Berpirseke Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Lîbyayê ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re axvî.

Li gorî agahiyên ku ajansê perve kirin;

Kurê Qedafî, Seyfûlîslam ji bo bibe namzetê serokatiyê serî li komîsyonê daye.

Û ev serlêdana wî hatiye tomarkirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, 7’ê Mijdarê ragihandibû ku pêvajoya serlêdanan ji bo hilbijartinên serokatî û meclisê destpêkirine.

Li gorî komîsyonê,

Serlêdanên ji bo namzetên serokatiyê wê heta 22’ê Mijdarê,

Yên ji bo namzeta parlementoyê jî wê heta 7’ê Kanûnê dewam bikin.

Piştî hilweşîna desthilata Muamer Qedafî li Lîbyayê, kurê wî Seyfûlîslam 19’ê Mijdara sala 2011’an ji aliyê komên çekdar ve hatibû girtin.

11’ê Hezîrana sala 2017’an jî hatibû berdan.

Back to top button