Li zindaneke Ekuadorê komkujî..ji ber şerê aliyan 68 kes hatin kuştin

Li girtîgehekê Başûr-rojavayê Ekuadorê komkujî çêbû.
Li nava 2 beşên zindanê şerê rû da û di encamê de 68 girtî bi rengekî ‘hovane’ hatin kuştin.

Bûyer pêr li girtîgeha bajarê Guayaquilê rû da.

Hate ragihandin ku girtî bi kêr, çek û teqemeniyan bi kev ketin.

Li gorî agahiyan, di vî şerî de ku roja Înê qewimî gelek girtî hatin parçekirin.

Dozgeriya welat eşkere kir ku di şer de li 2 beşên zindanê 68 girtî hatin kuştin, 25 jî birîndar bûn.

Şefa polîsan Tannya Varela got, ev bûyera tundiyê “Encama nakokiya serweriyê ya çeteyên li girtîgehê” qewimî.

28’ê Îlonê li heman bajarî ji ber şerê çeteyan119 girtî hatibûn kuştin.

Ev yek weke komkujiya herî mezin a dîroka girtîgehên Ekuadorê hatibû pênasekirin.

Di komkujiyê de cenazeyên hin girtiyan hatibûn parçekirin, hinek jî hatibûn şewitandin.

Ekuador di navbera Kolombiya û Perûyê de ye û weke qada derbaskirina madeyêm hişbir ber bi Amerîka û Ewrûpayê ve tê bikaranîn.

Back to top button