Rêxistina HDP’ê ya Amadê 3. Kongreya xwe li dar xist

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Amedê, 3’emîn kongreya xwe ya li dar xist.
Hevseroka Giştî ya HDP’e Pervîn Bûldan di kongreyê de axivî û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê êdî demên xwe yên dawî dijîn.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan ya Amedê bi, şîara “Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin” 3’emîn kongreya xwe li dar xist.

Kongre li Eywana Dewetê ya Kaplanê ya li navçeya Peyasê de hat lidarxistin.

Bi dehan nûner û hevserokên partiyên demokratîk, sazî û rêxistinên sivîl yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê beşdarî kongreyê bûn.

Axaftina vekirinê ya kongreyê, Hevserokê HDP’ê yê Bajar ê Amedê Zeyyat Ceylan kir.

Ceylan, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên desthilata AKP’ê-MHP’ê ya bi armanca tesfiyekirina vîna gelê Kurd û got;

“Kesên ku digotin, ’em ê HDP’ê tesfiye bikin’ tesfîye bûn.”

Ceylan anî ziman ku hikumeta Faşîst a AKP’ê-MHP’ê bi siyaseta şer û serdegirtinan dixwazin vîna gelê Kurd bişkenin, lê li dijî vê yekê ew ê jî weke HDP di siyaseta demokratîk de israr bikin û wan têk bibin.

Piştî axaftina Zeyyat Ceylan, Hevseroka Giştî ya HDP’e Pervîn Bûldan di kongreyê de axivî.

Pervîn, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên li dijî partiya wan û gelê Kurd tên meşandin.

Pervîn, Doza Kobanê û Doza girtina partiya wan weke armanca tasfiyekirina vîna gelê Kurd destnîşan kir û wiha dewam kir:

“Ew li salonên dadgehê me danarizînin. Em wan li salonan dadirizînin. Li vî welatî hiqûq tune.

Ev dozên li me têne vekirin dozên tolhildanê ne.

Çawa li vî welatî dadgehên îstîklalê bi ser neketin, dê dadgehên AKP û MHP’ê jî bi ser nekevin.

Çawa ew dadgeh yek bi yek hilweşiyan, ev dadgeh jî dê hilweşin.”

Pervîn diyar kir tevî zext û zordariya hikumeta Faşîst ya li dijî partiya wan û gelê Kurd, ew bi coşeke mezin kongreya xwe li dar dixînin û xebatê xwe bi awayekî hin xurtir dewam dikin.

Piştî axaftinan, raporên xebatan û maliyeyê hatin xwendin û ji bo diyarkirina hevserokan hilbijartin pêk hat.

Di encama hilbijartinê de ji bo hevserokatiya HDP’ê ya bajar a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan hatin hilbijartin.

Back to top button