BUROYA KARÛBARÊN PARASTINÊ AMADAKARIYÊN YEKBÛNA ZAGONÊN BURIYAN DIKE, HIJMARA WAN 7 RÊVEBERÎ NE

Hevserokatiya Buroya Karûberên Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi guftûgoyan amadekariyên yekbûna hemû zagûnên buroyên parastinê yê 7 rêveberiyan dike.

Gelek dezgehên çapemeniyên herêmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hin malperên tora civakî nûçeyên li ser erêkirina buroya parastina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zagonên girêdayî Hêzên Xweparastinê re parve kirin.

Qanûnên ku hatin niqaşkirin li ser temenê kesên ji dayîkbûna 1986 heta dayîkbûna 1990 e.

Li ser vê mijarê hevserokê buroya parastinê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Ajansa Hewarê re axivî û got:

Tiştê ku di civînên hatine guftokirin li ser buroyên kar û barê parastinê û sîstema wê ye.

Hêza Xweparastin û zagonên wê ne.

Ji bo ku em bigihêjin formeke hevbeş ji hemû buroyên parastinê di 7 rêveberiyên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebat têne kirin.

Gelek pêşniyarên nû li ser masa niqaşêne.

Ne tenê mijara temenan, hîna gelek xal û zagonên din di niqaşê dene.

Leave a Reply

Back to top button