13 leşkerên hikumeta Şamê di kemîneke DAIŞ’ê de hatin kuştin

Şer û aloziya li herêmên di bin serweriya hêzên hikûmeta Şamê de dewam dike.
Li başûrê Dêra Zorê di encama kemîneke çeteyên DAIŞ’ê de 13 leşkerê hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk êriş birin ser nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li Idlibê.

Şer û aloziya li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her wiha herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de dewam dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Mesrib a başûrê Dêra Zorê kemînek danîbû.

Hat ragihandin di encama kemînê de 13 çekdarên Isûd El-Şerqiye ( Şiêtat ) yên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê hatine kuştin.

Hat diyar kirin di nava kuştiyan de berpirsekî komê yê bi navê “Ebdulsetar Şiêtî” jî heye.

Her wiha piştî kuştina 13 leşkeran Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafirên Rûsyayê baregehên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên rojavayî Dêrazorê bombebaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê topbaran kir

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk êriş birin ser cih û deverên hêzên hikûmeta Şamê li bajarokê Kefer Batîx yê li rojhilatê Idlibê.

Navendê diyar kir ku hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan li Kefer Emê, Firqeya 46`an û Urm El-Sûxra şer kirin.

Navendê da zanîn hêzên hikûmeta Şamê derdora bajarokê Teftinaz yê li rojhilatê bajarê Idlibê, topbaran kir.

Her wiha hêzên hikûmetê yên li gir û navendên leşkerî bi cih bûne, top avêtin çiyayê Tirkman ên li gundewarê Lazîqiyê û di encamê de şewat derket.

Back to top button