Yekemîn komxebata şêwekariyê ya HRRK’ê li Qamişlo didome

Rewşenbîrên Rojava yekemîn komxebata şêwekariyê bi tevlîbûna 8 şêwekaran li bajarê Qamişlo 8 vê mehê destpêkiribû, wê sibê bi dawî bibe.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê-HRRK’ê bi dirûşma “Rengên me pasvaniya sînorê axê dikin” bi tevlîbûna 8 şêwekaran dest bi komxebata şêwekariyê kir.

Komxebat 8’ê Mijdarê li navenda HRRK’ê ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Derbarê komxebatê de serokê HRRK`ê Welîd Bekir axivî û da zanîn ku armanca wan ji vê komxebatê ew e ku şêwekarên wan yên Rojava hest û xeyalên xwe nîşan bidin û bi rêya tabloyên xwe rewşa şoreşê nîşanî gel bidin.

Welîd Bekir li ser wateya dirûşmeya wan wiha anî ziman:

“Wateya vê dirûşmê ew e ku bi xêzkirina şêwekaran parastina sînorê welat tê kirin”.

Her wiha şêwekarê bi navê Fîras Hisên da xuyakirin ku her hunermendek bi rêbazê xwe hest û nerînên xwe pêşkêşî gel dike û ew jî bi rêbazê xwe yê neqişkirinê beşdarî komxebatê bûye.

Fîras Hisên bal kişand ser tabloya xwe û got:

“Şoreşa Rojava mînaka azadiya jinan e, min ji bo vê yekê xwest ku rola jinê di şoreşê de li ser tabloya xwe bi cih bikim.”

Back to top button