Dewleta Tirk bi qutkirina ava li ser herêmê dibe sedema karesatê

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker destpêka salê ava Firatê kêm kir, stasyonên avdanê û pombe ji xizmetê derketin.
Rêveberiya saziya avê ya Tebqayê diyar kir ku hemû çareseriyên têkildarî aloziya avê demkî ne.
Têkildarî mijarê Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer û hevserokê Gerînendeya Parastina Şûnwaran a Herêma Firatê Elî Silêman jî diyar kirin ku kirinên dewleta Tirk li dijî çemên Firat û Dicle, kareseteke mirovî û xwezayî ye.

Dewleta Tirk a qirker qaşo bi projeyên avê, ewlehiya bi milyonan niştecihên li Kurdistanê, Sûriyê û Iraqê dixe xeteriyê.

Piştî ku dewleta Tirk destpêka salê ava Firatê kêm kir, çemê Firatê 5 milyar metrekab ji bingeha 14 milyar metrekab winda kir.

Li herêma Tebqayê li ser çemê Firatê û qeraxên golê 6 stasyonên ava vexwarinê hene.

Ev stasyon li aliyên bakur û rojavayê Tebqayê ne û avê ji sed hezaran şênî re peyda dike.

Lê jiber dewleta tirk rêjeya avê kêmkir stasyonên avdanê û pombe ji xizmetê derketin û li gelek dever bê av mane

Saziya avê ya Tebqayê bi armanca çareserkirina aloziya ava vexwarinê ji Tebqayê re, pombeyên stûnî bi yên din guhartin.

Nexasim jiber dewleta Tirk ava Firatê li ser herêmê qut dike, ev proje jî ji bo kişandina avê ji şeniyan re nabe çareseriyeke mayînde.

Têkildarî mijarê hevserokê Saziya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx diyar kir ku werşeya pîşeyî kedeke mezin kir û wiha got:

“Hemû çareseriyên têkildarî aloziya avê demkî ne, lê çareseriya domdar ew e ku rêjeya ava Firatê wekî berê vegere.”

Derbarê herêmên din ên ku ava vexwarinê nagihêje wan, Hemûd El-Şêx da zanîn ku sehrîcên avê yên girêdayî saziya avê, avê didin herêmên ku av nagihêje wan.

Hesen Koçer: Bêhelwestiya hikumetên Iraq û Sûriyê dewleta Tirk teşwîq dike

Tekîldarî mîjarê Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer jî da zanîn ku kirinên dewleta Tirk li dijî çemên Firat û Dicle, kareseteke mirovî û xwezayî ye û tişta wê teşwîqtir dike jî bêhelwestiya hikumetên Iraq û Sûriyê ya li hemberî vê yekê ye.

Hesen Koçer diyar kir ku kêmkirina rêjeya ava beravên Firatê ya Sûriyê dê bibe sedem ku niştecih koçber bibin û ev yek jî armanca dewleta Tirk a stratejîk e.

Her wiha têkildarî mijarê hevserokê Gerînendeya Parastina Şûnwaran a Herêma Firatê Elî Silêman jî destnîşan kir ku kirinên dewleta Tirk yên li dijî çemên Dîcle û Firatê ji guhartina demografiyê li herêmên dagirkirî ne cudatir e.”

Back to top button