Li Başûrê Kurdistanê Tundiya li ser jinan

Rêveberiya Giştî a Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bilançoya tundiya li dijî jinan ya di meha Îlonê de eşkere kir.
Rêveberiyê diyar kir tundiya li dijî jinan li gorî du mehên din zêdetir bûye. Tenê di meha Îlonê de 6 jin hatine kuştin.

Rêveberiya Giştî a Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi daxuyaniyek bilançoya meha Îlonê ya 2021’an a şideta li ser jinê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê du jin li Hewlêrê, 3 li Dihokê, yek jî li Silêmaniyê hatine kuştin.

Her wiha li Hewlêrê sê jin, li Dihokê 1 jin, Silêmanî 2 jin û li Soran jî jinekê dawî li jiyana xwe anîne.

Hat diyarkirin di heman mehê de şeş bûyerên xwe şewitandinê jî hatine tomarkirin.

Rêveberiyê eşkere kir ku di meha Îlonê de li dijî tundiyê hezar 447 jinan serlêdan kirin e.

Hat diyar kirin 22 jin rastî êrişa zayendî hatine.

Back to top button