“Em ê heya dawî xwedî li xaka xwe ya xwîna şehîdên me lê hatî rijandin derkevin”

Endama Meclîsa Gel a Xanesorê Nûrê Şengal bi wesîleya salvegear 6’emîn a rizgarikrina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê got, “Em ê heta dawiyê xwedî li vê xakê derkevin ku xwîna şehîdên me lê hate rijandin.Eger Êzidî hemû li xaka xwe vegerin wê Şengal hîn xweştir bibe.”

Şengal ji sala 2003’yan heta 2014’an de di bin desthilatdariya PDK’ê de bû.

Dema ku di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, hêzên PDK’ê bêyî ku guleyekê jî biteqînin ji Şengalê reviyan çûn.

Bi vî awayî rê li ber DAIŞ’ê vekirin ku êrişî Şingalê bike.

Piştî ku PDK’ê reviyan, endamên HPG, YJA-Star, YPG û YPJ’ê berê xwe dan Şengalê û Şingalê ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.

Endama Meclîsa Gel a Xanesorê ku mil bi mil li gel bexwedêran têkoşiya, behsa wê demê kir.

Nûrê Şengal ku ji gundê Xanesorê ye, sala 2014’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş kirin, mîna her kesî ji bo nekeve destê DAÎŞ’ê li gel hevjinê xwe diçe kampên başûrê Kurdistanê û lê carek din vedigere û got;

“Dema em zivirîn Gerîlayan ji bo me konek vedabûn. Wê demê dilê min rehet bû. Ji ber ku li xaka xwe bûm, ev kon ji bo min mîna kelehê bû.

DAÎŞ wê demê hîn li hin gundan hebû. Gerîlayan gelekî alîkarî didan me. Piştî ku me ew nas kir me rêya rast nas dikir. Bi vî rengî me fikrê Rêber Apo nas kir.”

Nûrê Şengal ku şahidî ji dema rizgarkirina Şengalê re kir, li ser hestên xwe yên wê demê wiha axivî:

“Em gelekî kêfxweş bûn, ji ber ku azadî ne gelekî dûr bû. Berê em gelekî ditirsiyan, lê belê piştî gerîla me tirs têk bir. Em hîn kirin ku xurt bin. Me dayikan wê demê biryar dan; em ê li ber xwe bidin, eger pêwîstî pê hebe em ê rahêjin çekê û xwe biparêzin”

Nûrê Şengal bang li Êzidiyên li derveyî Şengalê kir ku li xaka xwe vegerin û vi van gotinan dawî li axaftina xwe anî;

“Şengal ji berê xweştir e. Xaka me piştî ku hate rizgarkirin Rêveberiya Xweser hate avakirin. Me meclîs û saziyên xwe ava kir. Eger Êzidî hemû li xaka xwe vegerin wê Şengal hîn xweştir bibe.”

Back to top button