LEUENBERGER: TECRÎD BI TIFAQA GELAN DIKARE JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Hevserokê berê yê Partiya Keskan a Swîsreyê diyar kir ku tecrîdkirina Rêber Ocalan şêweyekî êşkenceyê ye

Hevserokê berê yê Partiya Keskan a Swîsreyê û Parêzvanê Mafên Mirovan  Ueli Leuenberger got:

Tecrîdkirina Rêber Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê di asteke metirsîdar de ye.

Ji bo tecrîd were rakirina divê saziyên navneteweyî di vê mijarê de bikevin nava liv û tevgerê .

Tecrîd bi tifaqa gelan dikare ji holê were rakirin.

Ueli bêdengiya li qada navneteweyî rexne kir û wiha domand:

Ji bo dawî li bêdengiyê were anîn û encamek were wergirtin, bi qasî li Tirkiye û Kurdistanê divê li vir jî piştevanî û hewldan werin kirin.

piştgiriya xwe bi daxwazên çalakgerên di grevê birçîbûnê de ne ragihand û wiha anî ziman:

Dibe ku heta niha encameke berbiçav bi dest neket, lê belê bala raya giştî kişand.

Leave a Reply

Back to top button