Di serdegirtina malan de li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê gelek kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina sîyasî ya li Nisêbîna Bakur û Merîwana Rojhilatê Kurdistanê de, di serde girtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Hêzên Dewleta Tirk li Nisêbînê di ser gelek malên li Taxa Firatê de girtin.

Hat dîyar kirin ku herî kêm 4 jê zarok gelek kes hatin binçavkirin.

Hate ragihandin kesên ku hatine binçavkirin birine Midûrîyeta Ewlekarîyê a Polîsan ya bajarê Mêrdînê.

Li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê jî 6 kes hatin binçavkirin

Zexta li dijî Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê jî dewam dike.

Hêzên rejîma Îranê duh li bajarê Merîwanê bi ser malan de girtin û 6 welatîyên Kurd binçavkirin.

Navên kesên hatine biçavkirin wiha ye:

Mihemed Ehmedî, Idrîs Behramîyan, Ferîd Dêrexşanî, Kêyvan Minûyî, Ebdurehman Efşar û Ebdurehman Eştek e.

Nayê zanîn ku ev welatî ji ber çi hatine binçavkirin.

Back to top button