Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe di roja 41 dewan dike.
Îro Endamên Yekîtiya Ajokarên herêma Cizîrê berê xwe dan konê çalakiyê û piştgiriya xwe bi malbatan re diyar kirin û îxaneta PDK’ê şermezar kir..
Çalakiyên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê a deriyê Sêmalka di roja 41’î de berdewam dike.
Îro Endamên Yekîtiya Ajokarên herêma Cizîrê berê xwe dan konê çalakiyê û piştgiriya xwe bi malbatan re diyar kirin..
Li vir piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Yekîtiya Ajokaran Yasir Horî daxuyanî da..
Di daxuyaniyê de işaret bi siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re hat kirin û hat gotin:
“Radestkirina cenazeyên şehîdên me wê pirên biratiyê di navbera gelan û parçeyên Kurdistanê de ava bike.”
her wiha di dawiya daxuyaniyê de ev yek hat ziman:
Faşîzma dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca têkbirina îrada xelkê pêk tîne. Lê bila her kes bizane ku xelkê bakurê Sûriyê bi îsrar in ku nirx û destkeftiyên xwe biparêzin.