Jinên Ciwan ên Kobanê bi meşekê êriş û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin

Li navçeya Qinê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê jinên ciwan meşek organîze kirin.
Di meşê de bikaranîna çekên kîmyawî û hevkariya PDKê hat şermezarkirin..

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Qinê ya 20 KM li rojavayê bajarê Kobanê, ji bo şeremzarkirina bikaranîna dewleta Tirk a dagirker çekên Kîmyawî li dijî Başûrê Kurdistanê meşek organîze kirin..

Meşê ji pêşiya navenda meclisa navçeyê dest pê kir û li deriyê ketina navçeyê veguherî mîtîngê.

Hevseroka Meclisa Navçeya Qinê Sûad Eldemer li vir axivî..

Sûadê got:

Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze ji krîzên xwe yên siyasî û aborî bireve… Li aliyê din,dayikên şehîdan li deriyê Sêmalka li benda cenazeyên zarokên xwe ne, lê PDK’ê cenazeyan radest nake. Ev yek xiyaneta wê eşkere dike.”

Back to top button