Li Qamişlo çerxerêya Ornîna bi merasîmekê hat vekirin

Piştî xebatên salekê, çerxerêya peykerê “Ornîna”, sembola mûzik û stranan li Sûrî û Mezopotamyayê li taxa Xerbî ya Qamişlo hat vekirin.

Xebatên avakirina peyker 2020 ji aliyê endazyar Ebdulmesîh Melko ve hatibû destpêkirin.

Piştî amadebûna peyker duh bi merasîmekê çerxerê hat vekirin.

Bi dehan Suryan, oldar, endamên Paratiya Yekitiya Suryan û Hevserokatiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi pêşkêşkirina beşekî mûzîkê ji aliyê Foca Keşfî ya 4’an a Suryanên Ortodoks ve dest pê kir.

Piştre metranê Dêrên Cizîr û Firatê Morîs Hemsîh axivî û got:

“Qamişlo her tim bi pêşengên xwe yên razberî, civakî û siyasî tê naskirin, ku wan çand û welatê xwe bi xwîna şehîdan, parastin.”

Hemsîh got: “Peykerê Ornîna sembola dîroka Mezopotamya ye ku jê çand û şaristanî derketin.”

Back to top button