Li Bulgaristanê duh gel ji bo diyarkirina serok-komar û endamên parlementoyê, deng dan. Lê ji ber ku ti namzetî ji sedî bêtirî 50’yê dengan bidest nexist, tûra duyemîn a hilbijartinan wê pêk were.
Ji destpêka salê ve, duh cara 3’an bû ku li Bulgarîstanê hilbijartinên serok-komarî û parlementoyê pêk hatin.
Li gorî encamên destpêkê, rêjeya dengan a namzetan ji sedî 33 derbas nekir.
Bi gotineke din, ti namzetî ji sedî bêtirî 50’yê dengan bidest nexist.
Ji ber vê yekê wê 21’ê Mijdarê tûra dûyemîn a hilbijartinan pêk were.
Li gorî encamên ku doh derketin holê,
Serok-komarê heyî Rumen Radev ji sedî 49.1’ê dengan bidest xist.
Partiya Sosyalîst a Bulgaristanê di hilbijartinên doh de destek da Radev.
Li pey wî serokwezîrê berê Boyko Borisov jî karîbû ji sedî 26.5’ê dengan werbigre.
Bi vî awayî wê di tûra duyemîn a hilbijartinan de Radev û Borîsov li pêşberî hev bin.