RÛSIPIYÊN ÊLÊN REQAYÊ: EFRÎN NAKEVE BAZARAN Û NAYÊ FIROTIN, EM Ê YEKÎTIYA SÛRIYÊ BIPARÊZIN

Rûspiyên êlên bajarê Reqayê teqez kirin ku dagirkeriya Tirk bi lêkirina dîwarê li Efrînê hewl dide xaka Sûriyê parçe bike û gotin: Ev jî dagirkirinek nû ye ji xaka Sûriyê re. Lê tişta ku li Colan û Lîwa Skenderon rû daye, wê li Efrînê dubare nebe.

Rûspiyê êla El-Bû Esaf Fayiz El-Betran îşaret bi wêraniya dema osmaniyan kir û got:

Eger Tirkiyê hewl bide Efrînê ji Sûriyê qut bike wê rastî bersivek siyasî û leşkerî ya bi hêz were.

Hêzên QSD`ê yên ku DAIŞ tekbirin, wê bikare li pêşiya dagirkeriya Tirk jî bigire.

Efrîn nakeve bazaran û nayê firotin.

Wek şêniyên bajarê Reqayê em amade ne ku Efrînê rizgar bikin û yekîtiya xaka Sûriyê biparêzin.

Rûspiyê êla El-Hinî, Qasim El-Hinî jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker qonaxa aştiyê û çareseriya siyasî ya Sûriyê bi rêya çeteyên xwe yên li Sûriyê asteng dike.

El-Hinî bang li Meclisa Ewlehiya Navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku yekser mudexele bikin û binpêkirinên Tirkiyê yên li Sûriyê rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button