Li ser darvekirina rêberê serhildana Dersimê re 84 sal derbas bûn

Li ser komkujiya Dersimê û bidarvekirina Pîrê Kurdan Seyîd Riza re 84 sal derbas bûn. Seyîd Riza tevî kurê xwe yê çardeh salî û pênc kesên din, 84 sal berê li navçeya Xarpêtê ya Elezîzê hat bidarvekirin. Di wê demê de, herî kêm 50 hezar kurdên Dersîmê hatin kuştin.

Seyîd Riza, Pîrê Kurda….

Weke îro berî 84 salan, Pîr Seyid Riza, kurê wî û hinek hevalên wî, roja li navçeya Xarpêtê ya bajarê Elezîzê,yê Bakurê Kurdistanê li Meydana Genimî hatin darvekirin.

Lê çîrok çi ye û Seyid Riza ji bo Netewa Kurd çi kir?

Dewleta Tirk a qirker ji bo Nasnameya Dersîmê ji holê rake 84 sal berê planeke bi navê Şark Islahat dest pê kir.

Dixwestin Dersim û Kurdistanê bi neteweya Tirk boyax bikin.

Lê Dersimê ev yek qebûl nekir, dewleta Tirk dest bi êrîşên qirkirinê kirin.

Li gor çavkaniyên serbixwe zêdetirî 50 hezar Kurdên Elewî hatin kuştin, dehezaran kes derbeder bûn û herî kêm 5 hezar zarokên bêdê û bav mane, radestî efser û serbazên Tirk hatin kirin.

Seyîd Riza, Pîrê Kurda….li dijî vê komkujiyê rêka berxwedanê hilbijart û heta dawî têkoşiya.

Roma xayîn û ekîba Misto Kemal ji bo vê têkoşînê bişkînin, ketin nav lîstikan

Seydi Riza carekê ji bo Erzincanê tê vexwendin û di dema dighêje wê derê tê girtin û biryara bidarvekirinê didinê.

Seyîd Rizayê 74 salî, tevî kurê xwe yê 14 salî û 5 rêber û ciwanên Kurd, 15’ê Mijdara 1937’an, li Xarpêtê hatin darvekirin.

Ev serhildana Seyîd Riza di zanabûna gelê Kurd de cihekî girîng girt.

Neviyên wî jî serî li ber zext, zilm, gefên girtin û kuştinê rakirin..

Seyid Riza çû lê gotinek wî hîna di guh Kurdan û neyaran de maye:

“Min dek û dolapên we nedîtin, ew ji bo min bû ders, lê min li hember we serî netewand, bila ev jî ji we re bibe derd”.

Back to top button