Paşinya bi îdiaya hêzên Azarî sînor derbas kiriye Wezîrê Parastinê ji kar girt

Di ser şerê li herêma Qerebax a Çiyayî re salek derbas bû.
Lê hîna jî Ermenîstan di windakirina xwe ya li herêmê de zehmetiyan dibîne.
Serowezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan îdia kir ku ji ber hêzên Azerbeycanê sînor derbas kirine, Wezîrê Parastinê ji kar girtiye.

Tevî ku şerê navbera Azerbaycan û Ermenîstanê li Qerebaxa Çiya bi agirbestê bidawî bû jî, alozî didome.

Serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan di civîna Konseya Ewlekariyê de got,

Hêzên Azerî sînor binpê kirine.

Paşinyan ê ku derbarê dema binpêkirinê de agahî neda, ragihand ku ji ber bûyerê Wezîrê Parastinê Arşak Karapetyan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Sala borî di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de li ser Qerebaxê şer derketibû.

Bi peymana agirbestê ya ku piştî destwerdana Moskowayê hat îmzekirin, Azerbeycanê hin herêmên xwe yên di bin kontrola Ermeniyan de, dîsa bi dest xist.

Piştî roja lihevkirinê, di navbera her du aliyan de dem bi dem alozî derket û gihişt nakokiyan.

Herwiha parvekirina nexşeyên mayinan û pevguhertina leşkerên êsîr di navbera her du welatan de pirsgirêk derdixe.

Back to top button