Yekîtiya Ewrûpa: Em ê cezayên li dijî Belarsûê zêde bikin

Bi hezaran koçber bi rojane di nava şertên giran de li sînorên Polonya û Belarûsê asê mane.
Li aliyekî sir û seqem, li aliyê din jî nakokiyên Belarûs û Yekîtiya Ewrûpayê..
Di nava van herdû rewşa de, zerara herî mezin li van koçberan dibe.
Piştî zêdebûna gefên Yekîtiya Ewrûpayê, serokê Belarûsê Lukaşenko îdîa kir ku ew hewl didin koçberan qani bikin da ku vegerin welatên xwe û got:
Heta vê gavê ti koçber naxwaze vegere.

Derdora 16 hezar koçberên ji Rojhilata Navîn ku beşeke wan a zêde ji Başûrê Kurdistanê ne, demeke dirêje hewl didin di ser sînorên Belarûsê re derbasî Polonyayê bibin.

Ji ber vê yekê di navbera Belarûs-Polonya û Rûsya û Yekîtiya Ewrûpayê nakokî peyda bibin.

Yekîtiya Ewrûpayê ku di mijar koçberî li sînor asê mane destekê dide siyaseta Polonyayê, ji encamên heyî tenê Belarûsê berpirsiyar nîşan dide.

Yekîtiyê hişyar kir ku ew ê cezayê li dijî hukûmeta Mînskê zêde bikin.

Wezîrê Karê Derve ê Almanyayê Heiko Maas li ser mijarê ev peyam da:

Lukaşenko ji me daxwaz dike ku tevahiya cezayên li ser wan betal bikin. Beriva me ji vê daxwazê ev e:

Em ê cezayan zêdetir bikin.

Îdîaya Aleksandr Lukaşenko: Ti koçber naxwaze veger welatê xwe

Piştî vê helwestê, Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko daxuyaniyek da.

Lukaşenko îdîa kir ku ew vê gavê hewl didin koçberan qani bikin da ku vegerin welatên xwe û got:

Ti kes ji wan naxwaze vegere.

Lukaşenko anî ziman ku ti aramnca van koçberan tineye li Polonyayê bimînin û wiha dewam kir:

Daxwaza wan ew e ku xwe bighînin Almanyayê. Di vî warî de Polonya dikare ji bo wan korîdoreke mirovî veke.

Eger Almanya qebûl bike, şîrketên Belarûsê yên hewlayî dikarin van koçberan bibin Mûnîxê.

Li aliyê din berpirsê ewlekarî û pêwendiyên derve ê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell (Jozêv Borêl) ragihand ku tevgera koçberan a ber bi Belarûsê ve heta radeyeke hatiye kontrolkirin.

Back to top button