BALAFIRÊN ŞER IDLIB Û HEMAYÊ BOMBEBARN KIR, MALBATEK BI TEMAMÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Li herêmên ”bêçek’ ên peymana Pûtîn û Erdogan şer û toparan dijwar bûye. Balafirên şer ên Rûsî gundewarê Idlibê bi dehên topan bombebaran kir. Di encam de zarok û jin jî di nav de malbatek ji 4 kesan pêk dihat jiyana xwe ji dest dan

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku balafirên şer ên Rûsî bajarokê Kinsefra yê Cebel Elzawiya ya Idlibê bombebaran kir.

Di encamê de malbateke ku ji 4 kesan pêk tê jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriyê diyar kir ku balafirên şer ên rejîmê jî gundewarê Hema û Idlibê bi 4 bermîlên teqemeniyê û dehan moşekan bombe kir.

Di encam de kuştî, birîndar û gelek wêranî pêk hat.

Piştî ku peyama Astana ya 12’an bi bin ket, Rûsiya û rejîma Sûrî li derdora Idilbê hêzên xwe zêde kiriye.

Leave a Reply

Back to top button