NATO ji ber tevgera Rûsiya ya li sînorê Ukrayna ew hişyar kir

Li sînorê Ukrayna careke din, tevgera leşkerên Rûsî, Kîev xistiye nava fikaran.
Di civîna Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg û Wezîrê Karên Derve yê Ukrayna Kuleba de Moskowa hate hişyarkirin.
NATO piştevaniya xwe ya ji bo Moskowa dubare kir û Kîevê jî bal kişand ser tevgera Rûsya.
Li sînor careke din, dengek şer tê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba li baregeha NATO ya li Brukselê hatin cem hev.

Jens Stoltenberg di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî û got:

“Me rewşa ewlehiyê ya li Ukraynayê û derdora wê gotûbêj kir.

Di hefteyên dawîn de me dît ku hêzên Rûsyayê li nêzîkî sînorê Ukraynayê kombûneke mezin û ne asayî pêk anîne.

Di destpêka salê de li Kirim û Deryaya Reş jî ev yek pêk anîbû.

NATO hişyar e.”

Stoltenberg ji Rûsya xwest ku tevgera xwe ya li herêmê zelal bike û piştevaniya xwe ya ji bo NATO careke din dubare kir.

Sekreterê Giştî yê NATO yê da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Ukrayna Dmîtro wê di civîna Wezîrên Karên Derve yên NATO ku wê dawiya Mijdarê li Letonya pêk were de amade be.

Ukrayna: Ji her senaryoyê re pêwiste em hişyar bin

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Kuleba jî got:

“Tiştê ku em li ser sînorê xwe dibînin ne tenê avakirina leşkerî ye, ji ber ku Rûsyayê di destpêka biharê de leşkerên xwe anîbû ser sînorên me û ji wê demê ve tu carî hêzên xwe ji wir venekişand.”

Kuleba diyar kir ku ji ber ew armanca Moskow ya li sînor baş nizanin, divê ji ber senaryoyê re amade bin.

Serokdewletê Ukrayan Volodimir Zelensky di peyameke xwe de ku li ser înternetê hat weşandin wiha got,

“Hêvîdarim ku cîhan wê bibîne bê kî bi rastî aştiyê dixwaze, kî jî nêzî 100 hezar leşkerî li ser sînorê me bi cih dike.”

Moskow: Ti planek me ya êrişek li dijî Ûkrayna nîne

Liv û tevgera yekîneyên Rûs a li ser sînorê Ukraynayê rojên dawî ji aliyê gelek çavdêran ve weke amadekariya êrişeke gengaz a Moskowayê hate şîrovekirin.

Lê rayedarên Rûs nerazîbûn nîşan dan ku planeke wan a êrişeke bi vî rengî nîne.

Brîtanya: Di egeriya şerekê de em amade ne destwerdanê bikin

DYA û Brîtanya îdîa dikin ku Rûsya amadekariya dagirkirina Ukraynayê dike.

Brîtanya diyar kir ku eger şer biqewime ew amade ne ku dest li herêmê werdin.

Tê gotin ku ferman ji derdora 600 leşkerên Îngiliz re hatiye dayin ku ji bo biçin Ûkraynayê amade bin.

DYA: Divê Moskowa armanca xwe zelal bike

Pentagonê jî ragihand ku liv û tevgera leşkerên Rûs “mezin û berfireh e” û bang li Rûsyayê kir ku armanca xwe eşkere bike.

Back to top button