HSK ji bo koçberên li ser sînorên Belarûs-Polonya yê dest bi kampanya alikariyê kir

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê asê mane dest bi kampanya alîkariyê kir.
Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistaniyan kir ku tevlî kampanyayê bibin.

Di daxuyaniya Heyva Sor ya Kurdistanê ya li ser mijarê de wiha tê gotin,

“Bi hezaran koçberên ku piraniya wan Kurd in di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê terkî mirinê hatine kirin.

Li gorî agahiyan herî kêm 20 koçber ji ber birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest dane.

Heyva Sor a Kurdistanê tevî saziyên alîkariyê yên Kurd li Ewropayê biryar daye ku alîkariya mirovî bide van koçberan.

Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji bo van koçberan kampanyeke alîkariyê da destpêkirin.

Divê hemû Kurdistanî û dostên wan xwedîderketina van koçberan weke erkeke exlaqî bibînin.

Em bang li hemû xêrxwezan dikin ku destê alîkariyê dirêjî van koçberan bikin û alîkariyên xwe bilez, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji van koçberan re bişînin.”

Back to top button