Dayîkên Aşitîyê: Êdî dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berdin û yekitîyê ava bikin

Dayîkên Aşitîyê yên Colemergê, ji bo pişgirtîya dayîkên li ber derîyê Sêmalka û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang li PDK’ê kirin.
Dayîkan bal kişande ser hevkarîya PDK’ê ya bi Dewleta Tirk re û got: ”Êdî dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde.”

Ev demeke dayîkên aşitiyê yên Bakurê Kurdistanê, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û ji bo piştgirîya malbatên şehîdan yên li ber derîyê Sêmalka rêze çalakî dane despêkirin.

Piştî Silopî û Geverê, daîykên aşitîyê yên Colemêrgê jî bi heman armancê bertek nîşanî PDK’ê dan û bang li PDK’ê kirin ku dest ji vê helwesta xwe berde û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Yek ji dayîkên aşitîyê Fazîle Polat li dijî hevkarîya PDK’ê ya bi dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî bertek nîşan da û got: ”Êdî bese. divê hûn demildest ji piştevanîya dijmin berdin.”

Dayîk Polat xwest ku şer bê dawîkirinû wiha dewam kir:

”Emê heya kengî kuştina zarokên xwe bi çekên kîmyewî paşguh bikin.

Zarokên me li wan çîyayan bi çekên kîmyewî tên kuştin. Em ê tucarî wan kesên ku dilê dayîkan dişewitînin, dê efû nekin.”

Dayîka aşitîyê Fatma Temel jî a ku bang li PKD’ê kir wiha got:

”Bila dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berdin. Ez bang li Barzanî dikim; Xwîna me Kurdan çiqas erzane ku tu destê xwe ji zarokên gelê Kurd nagirî.

Guh bidin bangên van dayîkan û vî şerê qirêj bi dawî bikin. Ji bîr neke ku ya ku îro lime tê kirin, dê sibê li wan bê kirin.”

Dayîk Edîbe Karay jî piştgirîya dayîkan a ji bo dayîkên li ber derîyê Sêmalkayê nîşan da û wiha axivî:

”Li derîyê Sêmalka dayîk ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe û ji bo malbata Barzanî ji xeta xîyanetê derkeve, nobetê digrin.

Barzanî bi salan berê soz da bu ku xwîna xwişk û birayên xwe û ya Kurdan nerijîne.

Lê dîsa vegerîya rêyên xwe yê berê û xwîna zarokên Kurdan dirijîne.

Bila dest vî tiştî berde û hevkarîy bi dijminan re neke.

Her wiha em bikaranîna çekên kîmyewî li dijî zarokên xwe şermezar dikin.

Zarokên me tên kuştin, çîya, ax û warê me tê talankirin.

Divê malbata Barzanî dawî li hevkarîya xwe bîne û were xeta yekitîya Kurdan.

Back to top button