Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer ragihand ku heta niha ti lihevkirin di naverba wan û Hikûmeta Şamê de çênebûye û piştrast kir ku ew amade ne ji bo danûstanina.
Hesen Koçer li hember gef û êrişên dewleta Tirk a qirker banga hevgirtinê li gel kir.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer beşdarî bernameyek taybet a Radyoya Rojava bû û rewşa dawî ya li herêmê nirxand.
Hesen Koçer behsa aloziya di hundirê Sûrî de kir û destnîşan kir ku sedema ne çereserkirina pirsgirêka aloziya Sûrî mejiyên hişk ê hikûmeta Şamê ye.
Hesen Koçer: Tenê diyaloga Sûrî-Sûrî çareseriya aloziya Sûrî ye
Hesen Koçer diyalogên Sûrî-Sûrî weke tekane çareseriya aloziya li Sûrî bi nav kir û careke din piştrast kir ku ew amade ne bi hikûmetê re danûstandinan bikin.
Hesen Koçer: Ti lihevkirin navbera me û hikûmeta Şamê de çênebûye
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber balkişand ser idîayên lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê û da zanîn ku ti lihvkirin çênebûye.
Hesen Koçer: Dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ’ê rake
Hesen Koçer hedefgirtina du erebeyan li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve bi bîr xist û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina wan xwest tola DAIŞ’ê rake.
Di dawiyê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer li dijî gef û êrişên dewleta Tirk banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.