Lîderên Amerîka û Çînê bi rêya vîdeo-konferansê hatin pêşberî hev. Hat gotin, di rojeva wan de aloziya Taywan, bazirganî û mafê mirovan hebû. Li gorî nirxandina herdû aliyan, encama hevdîtinê erênî bû.
Serokên welatên xwedî aboriya herî bihêz a cîhanê, Çîn û Amerîka hatin pêşberî hev.
Hevdîtina Joe Biden û Xi Jinping (Şî Jînpîng) bi rêya vîdeo-konferansê pêk hat û bi qasî 3 saet û nîvan dewam kir.
Tevî ku weke welatên dijber û binakok tên naskirin jî herû serokan tevahiya hevdîtinê hewl dan dijminahiya di navbera xwe de deynin aliyekê.
Lewma serokê Amerîkayê axaftina xwe bi van gotinan dest pê kir:
Cara pêşî ye em herdû bi awayekî fermî tên pêşberî hev. Ti carî em gomanê ji hev nakin.
Li vir a girîng ew e ku rikberiya di navbera me de veneguhere şer. Ji bo vê yekê berpirsiyarî dikeve ser milê herdû welatan.
Beramberî van gotinan, serokê Çînê jî ev bersiv da:
Ji ber ku min dostê xwe ê kevn Biden careke din dît, kêfxweş im.
Ji bo pêşxistina pêwendiya di navbera herdû welatan de, em amade ne. A girîng ew e ku em rêzê nîşanî hev bidin.
Li aliyê din, piştî hevdîtinê, ji aliyê Waşîngton û Pekîn vê jî daxuyaniyên erênî hatin dayîn.
Wezareta Karê Derve ya Çînê ragihand ku ji hevîdtina herdû serokan encamên baş derketin.
Koşka Spî jî ragihand ku hevdîtin erênî derbas bûye û têkildarî naverokê ev agahî dan:
Aloziya Taywanê yek ji rojevên hevdîtinê bû. Biden got, ew rêzê nîşanî nûnertiya rewa a Çînê didin,
Lê li dijî wê ne ku statûya Taywanê bi biryareke yek-alî were guhertin.
Di daxuyaniyê de wekî din hat gotin, Tiştek ku rê li ber zêdebûna aloziyê veke di hevdîtinê de çênebû.