Hilbijartinên Lîbya..Xelîfe Hefter namzetiya xwe bi fermî ragihand

Piştî şerê navxweyî yê 10 salên derbasbûyî û aloziya siyasî ya ku heta niha dewam dike, wê 24’ê Kanûnê li Lîbyayê hilbijartin pêk werin.
Ji endamên parlementoyê zêdetir, her ker serokatiya nû ya welat meraq dike.
Ji bo vê, piştî kurê Qedafê Seyfûlîslam, îro fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hafter namzetiya xwe ragihand.

Tevî rewşa ne diyar a li Lîbyayê jî prosesa amadekariyên hilbijartinên 24’ê Kanûnê destpêkirin.

Îro fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hafter daxwaznameya xwe a namzetiya serokatiyê bi awayekî fermî pêşkêşî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kir.

Piştî serlêdanê, Hafter bi rêya televizyonê peyamek pêşkêşî gelê Lîbyayê kir.

Hafter anî ziman ku armanca wî ya sereke ji vê serlêdanê ne ji bo desthilatdarê ye û wiha got:

2 rê li pêşiya welatê me hene.

A yekemîn, azadî, serxwebûn û aramiyê.

Rêya duyemîn jî alozî û şer e..

Ji encama ku salên derbasbûyî derketî holê, êdî erka we ye ku hun rêyekê hilbijêrin.

Xelîfe Hafter anî ziman ku ew alîgirê hevgirtin û serxwebûna Lîbyayê ye û got, di vê qonaxa dîrokî de divê em tenê li gorî berjewendiyên welat tevbigerin.

Herî dawî Hafter diyar kir ku eger were hilbijartin, ew xwedî wê hêzye ku hêvî û bendewariyên gel bicih bîne.

Bi vî awayî, hejmara namzetên serokatiyê li Rojhilatê Lîbyayê dibe 3.

Ji bilî Hafter ê xwedî şensê serkeftinê, her wiha kurê Muamer Qedafî Seyfulîsalm û serokê parlementoyê Eqîle Salih jî hene.

Di vê navberê de hêzên siyasî yên li Terablûsê ji niha ve dijberiya xwe a li hemberî namzetiya Hafter û Seyfûlîslam eşkere kirin.

Li gorî encama anket û pêşbîniyên li welat, tê gotin pêşbaziya hilbijartina serokatiyê wê di navbera Hafter, Seyfûlîslam û serokê hukûmetê yê heyî Abdulhemîd Debîbe de pêk were.

Back to top button