Bi pêşengiya MSD’ê wê 3’ê Gulanê ango sibe bi Eşîrên Ereb ên li bakur û rojhilatê Sûriyê re bicivin.
5 hezar vexwendin ji êlên herêmên Sûriyê re hatin şandin.
Endamê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Abîd li ser armanca civînê axivî û got:
Em ê li ser têkoşîna ji niha û pê ve ya li dijî DAÎŞ’ê û rêxistinên mîna wê nîqaş bikin. Her wiha em ê li ser paşeroja xwe biaxivin.
Endamê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Abîd têkildarî lidarxistina dîyalogan ji ajansa Firat’ê re axivî.
Di heman demê de Hemdan El-Abîd ku yek ji endamên komîteya amadekar a komxebata sûriyê ye.
El-Abîd diyar kir ku ji bo rê nedin fitneyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek qadan dixebite û got:
“Yek ji van jî kombûna eşîrên Ereb e ku wê li ser paşerojê biaxivin.
Ji ber vê yekê me biryar da, ji ber têkoşîna wan hem spasiya eşîran bikin, hem jî ji bo li ser paşeroja civînekê lidar bixin.
El-Abîd diyar kir ku planên DAÎŞ’ê û hêzên li pişta wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û ev tişt anî ziman;
“Em ê di vê civînê de li ser têkoşîna ji niha û pê ve ya li dijî DAÎŞ’ê û rêxistinên mîna wê nîqaş bikin.
Hêzên me li bejahiyê hebûna DAÎŞ’ê bi dawî kir, lê belê li dijî vê zîhniyetê pêwîstî bi têkoşîneke berfireh heye.
Em ê biaxivin bê çawa em ê bikaribin destketiyên xwe biparêzin û wan veguherînin formeke siyasî.
El-Abîd destnîşan kir ku yek ji xalên girîng ên civînê jî rewşa siyasî, aborî, çandî û civakî û diyaloga navbera eşîran e.
Endamê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi jiyana hevbeş kir û wiha bidawîkir:
Gelên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Tirkmen li kêleka hev têkoşiyan û xwîna wan tevlî hev bû.
Divê em bi hev re li hemberî gefên Tirkiye û planên wan yên qirêj bisekirin.