Rûspiyê Êla El Hewes: Divê gel li dijî êrişan xwe bispêre hêza xwe

Li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmê rûspî û serokeşîrên herêmê xwedî helwest in û biryara berxwedanê didin. Rûspiyê eşîra El-Hewes, Deham El-Şiblî dibêje, divê gelê herêmê li dijî êrişan pişta xwe bi hêza xwe xurt bike. Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa jî heman bangê dike û tekez dike divê gelê herêmê li dijî van êrişan bisekine û qadên navneteweyî bixin tevgerê.

Rûspî û serok-eşîrên herêmê li dijî gef û êrişên Tirkyeya dagirker xwedî helwest in û banga hevgirta li dijî êrişan li gel dikin.

Ji wan, Rûspiyê eşîra El-Hews ku yek ji eşîrên El-Efadile El-Şebaniyê ye.

Rûspiyê vê eşîrê, Deham El-Şiblî dibêje divê gelê herêmê xwe nespêre ti hêzên din ên derve û pişta xwe bi hêza xwe xurt bike .

Divê gel li dijî êrişan tenê xwe bispêre xwe.

Em şêxeşîr, rûspî, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dikarim bêjim tevahî gelê Sûriyê, ji ber em hemû gelê Sûriyê yek in, li dijî hemû êrişên li ser çi gelên cîhanê ne.

Ne şert e çi Êzidî, Kurd û Ermen û Ereb be kî bin em bi hevgirtin û xwişkûbiratiya gelan re ne.

Rûspiyê eşîra El-Hews Deham El-Şiblî bang li NY kir ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk bisekinin.

Bekir Hec Îsa: Divê partiyên Kurd tev li dijî van êrişan bisekinin

Li gel van gefan, dewleta Tirk êdî bi dronan sivîlên herêmê dike armanc û komkujiyan pêk tînin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa jî li dijî van gef û êrişan tekez dike divê gelên herêmê li dijî dewleta Tirk û êrişên wê bisekine û li ser van sûcan qadên navneteweyî bixin tevgerê.

Hec Îsa bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku li hember êriş, sûcên dewleta Tirk bisekinin, destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatin bidestxistin biparêzin.

Back to top button