“Bêdengiya Parlamentoya Başûr di berjewendiya dewleta Tirk de ye”

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla Endamên Hizba Zehmetkêşên Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê daxwaz ji Parlementoya Başûrê Kurdistanê kir ku helwestê nîşan bide.

Endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Hîwa Selîm li dijî vî sûcê dewleta Tirk derket û diyar kir ku parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi erka xwe ranabe.

Hîwa Selîm bang li parlamentoyê kir ku şandeyekê amade bikin ku lêkolînê bike û rastiyan derxîne.

Endamê Polîtbûroya Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan Xelîl Mehmud jî anî ziman bêdengiya parlementoya Başûrê Kurdistanê û civaka navdewletî di berjewendiya dewleta Tirk de ye.

Xelî Mehmûd bang li parlentoyê kir ku sûcên dewleta Tirk veneşêrin û nebin hevkar.

Back to top button