Ehemed Qermûs: Divê gelê Kurd taybet jî ciwan cih û warên xwe bernedin

Li ser rewşa van koçberan, Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs ku bixwe jî niha li Polonya ye, dibêje “rewşa koçberan gelek xirab e û dewleta Tirk û Belarûs jî rewşa wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.” Ehemed Qeremûs bang li hemû kurdan taybet li ciwanan kir ku axa xwe bernedin û ji bo pêşeroja xwe li ser axa xwe têbikoşin.

Li ser rewşa koçberên li sînorê Belarûs-Polonya, Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, ji ajansa nûçeyan a Firatê re axivî.

Ehemed Qeremûs ragihand hêzên Polonî nehiştine ku hevdîtinek rû bi rû koçberan re pêk bînin û ev got:

“Polonyayê nêzî 15 hezar leşker û polîs li sînor bi cih kirine û derveyî hin saziyên alîkariyê nahêle ti kes nêzî koçberan bibe.”

Qeremûs diyar kir ku ew bi rêka heyva sor û bi hin rêyên cûda dixwazin alîkariyê bigîhînin kurdên li ser sînor û got:

“Li aliyekî sir û seqam û li aliyê din birçîbûn. Rewşa koçberên li wir qet nebaş e.

Herî dawî roja duşemê jineke ducanî ji ber serma û birçîbûnê nexweş ket û zaroka di zikê wê de mir.

Metirsî li ser jiyana wê heye. Rewş niha bi vî rengî ye.”

Qermûs: Dewleta Tirk û Belarûs Kurdan ji bo armancên xwe bi kar tînin

Qeremûs anî ziman ku ev koçber bi destê dewleta Tirk û hikumeta Belarûs li ser van sînoran hatine komkirin.

Qeremûs bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo rewşa koçberan bi erka xwe rabin.

Her wiha bang li hemû gelê kurd taybet ciwanan kir ku pêşengiyê ji paşeroja civakê re bikin, axa xwe bernedin û li dijî neheqiyê têbikoşin.

Belarûs bi van koçberan dixwaze zextê li YE bike û cezayê li ser xwe kêm bike.

Dewleta Tirk jî ji bo demografiya Kurdistanê biguherîne û polîtîkayên qirkirina Kurdan bibe serî, rê ji koçberên Kurdan re vedike.

Back to top button